Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li Birminghamê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Birmingham ê Brîtanyayê, "Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî" bi beşdariya hejmareke mezin a hunermend, lîstikvan û dildarên sînemayê hat lidarxistin. Di festîvalê de, 33 fîlmên Kurdî hatin nîşandan û peyama xurtkirina çanda Kurdî li Ewropayê hat dayîn.
Festîvala ku di navbera 28 û 31ê Gulana 2026an de hat lidarxistin, wekî gaveke giring ji bo naskirina sînemaya Kurdî li Brîtanyayê tê nirxandin. Di çarçoveya festîvalê de, sînemakarên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi berhemên xwe beşdar bûn.
Aktera naskirî Bayan Bomba got: "Pêdivî ye ku Ewropa çand û hunera Kurdistanê nas bike. Divê zanibin ku Kurd xwedî dîrok û huner in. Mixabin her tim kesek tune ye ku destê hunera Kurdî bigire, lê çalakiyên wiha îsbat dikin ku em hene û hunera me zindî ye."
Xwediyê kompanyayê û sponsora festîvalê, Kajaw Enwar jî beşdarî merasîma xelatdayînê bû. Anwar bal kişand ser rola sektora taybet di geşepêdana hunerê de û diyar kir ku wekî karsazekî Kurd, ew serbilind e ku piştgiriya festîvaleke wiha dike.
Enwar got: "Me xwast wekî sponsor piştgiriyê bidin vê festîvalê, da ku keda lîstikvan û sînemakarên me winda nebe. Armanca me ew e ku em hunermendên xwe bidin naskirin û nîşan bidin ku karsazên Kurd her tim li pişt hunera xwe ne."
Di festîvala ku 4 rojan berdewam kir de, bi giştî 30 fîlmên kurt û 3 fîlmên dirêj (sînemayî) hatin nîşandan. Mijarên fîlman piranî li ser jiyana civakî, koçberî, nasname û dîroka Kurdistanê bûn.
Beşdarên festîvalê û sînemakar diyar kirin ku lidarxistina festîvalên wiha li derveyî welat, derfetê dide sînemakarên ciwan ku berhemên xwe bigihînin asteke navdewletî û peywendiyên xwe bi sînemaya cîhanê re xurt bikin.