Erdogan bo rakirina vîzeyê rexne li welatên rojava digire

Serokomarê Tirkiyê rexne li welatên rojavayê girt û got, li aliyek behsa demokrasî û mafê mirovan dikin, aliyî din bi xalîçeyên sor pêşwaziya derbekaran dikin û da xuyakirin tu mafê rojavayê nîne ku rê nîşanê wan bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê rexne li welatên rojavayê girt û got, li aliyek behsa demokrasî û mafê mirovan dikin, aliyî din bi xalîçeyên sor pêşwaziya derbekaran dikin û da xuyakirin ti mafê rojavayê nîne ku rê nîşanê wan bide.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li bajarê Malatyayê beşdarî merasîma vekirina hin avahî û saziyan bû û got, Yekîtiya Ewropa, bo rakirina vîze, ji wan xwestiye ku di "Qanûna Têkoşîna Hemberî Terorê" de guhertinan bikin.

Erdogan da xuyakirin, yên ku ji Tirkiyê vê dixwazin divê di destpêkê de konên terorê ku li pêş avahiya Parlamentoya Ewropayê hatine vedan, rakin û kes nikare di vê mejarê de rexne li Tirkiyê bike.

Mijara vîze û guhertina qanûna dijî terorê wek xalek sereke ya şikestina navbera Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê tê binavkirin ku, bûbû sedema destjikar kişandina Ahmed Davudoglu.

 

 

Fly Erbil Advertisment