Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li Fransayê vedike

Ji aliyê xwe Fransa berî niha vekirina nûneratiya Rêveberiya Xweser redkir bû.

K24-Qamiûlo

Piştî çend welatan, Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe li Fransayê jî vedike.

Derbarê vekirina nûneratiya Rêveberiya Xweser Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer ji K24ê re wiha got:"Em van rojan serdana Parîsê dikin, daku nûneratiya xwe li wî welatî jî vekin."

Ji aliyê xwe Fransa berî niha vekirina nûneratiya Rêveberiya Xweser redkir bû.

Tê zanîn ku, Rêveberiya Xweser berî niha nûneratiya xwe li Çîk, Rûsyayê û Almanyayê jî vekir bû.Herwiha yekemîn nûneratiya wê jî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hatibû vekirin.