Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê: Bila derfetên tendirustkaran werin başkirin

Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran.
Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran
Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran

Diyarbekir (K24) - Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa aboriyê ya tendirustkaran û hat amajekirin her dem ji wan re dihat gotin ku dê derfetên wan werin başkirin lê ji bilî çepikan tiştek din ji wan re nehat kirin.

Li Diyarbekirê di hewşa Nexweşxaneya Zarokan de ji aliyê Jûra Bijîşkan a Diyarbekir û Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ve daxuyaniyek hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku bi taybetî di serdema pandemiyê de barê tendirustkaran gelek giran bûye û pesnê tendirustkaran hatiye dayîn, lê di warê darayî de pirsgirêkên tendirustkaran qet nehatine dîtin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken anî zimên ku ji bilî ku çepikan ji tendirustkaran re bidin tiştek din nekirin.

Seroka Jûra Bijîşkan a Şaxa Diyarbekir Elîf Turan jî bal kişand ku pergala girêdayî performansê pergalek wisa ye ku metîngeriya keda tendirustkaran e. Ji rayedarên dewletê hat xwestin ku mûçeyên tendirustkaran werin başkirin ku bikaribin dahatek berketî ya têra jiyaneke bi tendirust bike bi dest bixin.