PDK bo refrandomê ligel aliyên siyasî dê bicive

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber' mehekê ragehandibû ku, refrandom li Herêma Kurdistanê berî hilibjartinên serokatiya Amerîkayê tê kirin.

K24-Hewlêr

Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) derbarê pirsa refrandomê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî.

Derbarê wê hevdîtinê Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK)Arif Teyfûr ji K24ê re wiha got: "Bi armanca amadekirin bo refrandomê Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) bi zûtrîn dem pêwendiyan bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) dike, herwiha dê pwêwendiyê bi aliyên siyasî yên din re bike, ji ber ku, divê refrandûm di dema xwe ya diyarkirî de were encam dan."

Teyfûr da zanîn ku, niha rewş bo refrandomê guncawe , aşkere kir ku, her aliyê ku, ji refrandomê re ne amade be ew diber wê yekê de berpirsyare.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber' mehekê ragehandibû ku, refrandom li Herêma Kurdistanê berî hilibjartinên serokatiya Amerîkayê tê kirin.