Li Qamişlo teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li bakarê Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî teqiya, li gor zanyarên destpêkê, kesekî canê xwe jidest daye û 2 kesên din jî birîndar in.
K24 – Qamişlo
Li bakarê Qamişlo, li çarxeriya Hilaliyê otombêleke bombarbarkirî li şuştingeha Otombêlan teqiya.
Li gor zanyarên destpêkê, kesekî canê xwe jidest daye û 2 kesên din jî birîndar in. Herwiha gelek ziyan gihêştiye avahiyên derdorê.
Ev teqîn, bi demeke kurt beriya destpêkirina xwenîşandanên li dijî peymana Sykes Picotê tê, ku biryar e îro demjimêr 6ê êvarê li praniya bajarên Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwenîşandan werin birêve encamdan.