Li Şirnexê êrîş: 2 gerîla kuştî û 4 leşker jî birîndar
Di 14ê Adara borî de operasyonên Tirkiyê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest pê kirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê şerûpevçûn di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de derket, di encam de, 2 girîlayên PKKê hatin kuştin û 6 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.
Derbarê wî şerî de Ajansa Dogan di nûçeyekê xwe de belavkir ku, şeva borî girîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê êrîşeke berfireh birine ser Rêveberiya Asayîş, fermandariya Cendirme û dibistaneke serbazî ku tê de polîsan cihgirtibûn.
Li gor ajansê di encama wê êrîşê de, 6 leşkerên Artêşa Tirkiyê birînda bûn û 2 gerîlayên PKKê jî hatin kuştin. Li gor hema ajansê şer hata niha jî berdewam e.
Di 14ê Adara borî de operasyonên Tirkiyê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest pê kirine.