Kompanyayek a dermanan: Berhem ên me bo çareserîyê ye nekû bo kuştinê

Kompanya ya Vayzer aberhemhîn a dermanan, di ragehandinekê de, red dike êdî rê bide berhem ên wê bo kuştin a wan kesan bihê bikarhînan, ew ên siza yên sêdaredanê bi ser re hatîne sepandin.

K24- Hewlêr

Kompanya ya Vayzer aberhemhîn a dermanan, di ragehandinekê de, red dike êdî rê bide berhem ên wê bo kuştin a wan kesan bihê bikarhînan, ew ên siza yên sêdaredanê bi ser re hatîne sepandin.

Kompanya ya Vayzer, ku nivîsîngeh a serekî ya wê li Nîyûyorke , ragehand ku êdî dê qeyd û bendan bixwe ser dabşkirin a (derzî yên jehrîn), nemaze jî di hindek wîlayet ên Emerîkayê de, ku têde ew kesên siza yên sêdearedanê bi ser re hatîne sepandin , bi vê derzî yê sizayê biu ser re disepînin.

Govar a Nîyûyork Taymiz, belav kirîye, rês a û rêkar ên nû yên kompanyayê, ewin ku çavk ên dabeşkirin a evê cor a derzîyê bixin jêr çavdêrîyek a tundtir.

Li gor govar a Nîyûyork  Taymiz a Emerîkayî, Vayzer kompnaya ya dwayê ye ji ko ya 20 kompanya yên din yên Emerîkayî û Ewrûpayî ku berhem ên wan dihên bikarhînan bo kûştin a zindanî yên sizadayî bi sêdaredanê û hewl didin ku êdî nehên bikarhênan.

Bi eger a kêmbûn a çavk ên destekevtin a derzî yên jeherên, hindek ji wîlayet ên Emerîkayê, di dem a sêdaredan a tawanbaran, penayê dibin ber kursî ya karebayî yan bi gulle sêdaredanê encam didin.