Guhdar Şêxo: Li Zaxoyê di warê tenduristiyê de pêşkeftineke berçav çê bûye

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand ku li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê pêşkeftineke berçav di kerta tenduristiyê de çê bûye, ti cudahî di navbera nexweşxaneyên hikûmetê û yên taybet de nemaye û Zaxo di warê paqijiyê û parastina jîngehê de gehiştiye qonaxeke baş.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragihand ku di hemî warên tenduristiyê de li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi xizmetkariyên taybet ji bo kerta tenduristiya, di hemî aliyan de pêşkeftineke berçav çê bûye û tekez kir ku niha di pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristiyê de ti cudahî di navbera nexweşxaneyên hikûmetê û nexweşxaneyên taybet de nemaye.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di gotarekê li nav Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Zaxoyê amaje bi wê yekê kir ku ji aliyên medyayî, tenduristî û heta di warê perwerdeyê de jî û di warên cuda cuda de, wan bizav kiriye ku xelk di cîhana niha de haydarî saxlemiya xwe be û rênimayiyên tenduristiyê bi cih bîne.

Guhdar Şêxo herwisa got: "Ez li wê bawerê me ku heta astekê baş, Zaxo gehiştiye qonaxeke gelek baş. Ji bo ku ev yek bê îsbatkirin jî, jîngeha Zaxoyê karekî cidî kiriye û bandora jîngehê li ser mijarên saxlemiyê gelek e, lewma serpişka karên me ew bûye ku me jîngeha xwe ji hemî aliyan ve bi xweşiktirîn awa parastiye."

Navbirî di berdewamiya axaftina xwe de tekez li ser wê yekê jî kir ku ew serbilind in ku bajarê wan li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê paqijtirîn bajar e û got: "Em dikarin bibêjin ku vê yekê hejmareke zêde ya xelkê me hişyar kiriye ku hay ji saxlemiya xwe hebe."

Lûtkeya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Zaxoyê li roja Pêncşemê, 19ê Mijdara 2026ê, bi sponsoriya medyayî ya Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat lidarxistin. Ev lûtke wekî mezintirîn korbenda tenduristiyê tê dîtin ku salane li yek ji bajarên Kurdistanê tê lidarxistin û îsal bajarê Zaxoyê mêvandariya birêveçûna wê dike. Dirûşmê vê gera wê jî ev e: “Birêvebirina durist a kertê tenduristî ji bo kalitî, xizmetkariya giştgir û pêşengîtiyê”.