Colemêrg: leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî brîndar bûn

Li Oremara Colemêrgê di encamê şer û pevçûnan de, leşkerekî canê xwe ji dest da û 6 leşker jî brîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Oremara Colemêrgê di encamê şer û pevçûnan de, leşkerekî canê xwe ji dest da û 6 leşker jî brîndar bûn.

Sererkanya Tirkiyê ragehand, îro li herêma Oremarêya Colemêrgê, bi endamên PKKê re şer û pevçûn çê bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, efserê bi navê Tunahan Kartal canê xwe ji dest da, 6 leşkerên din jî brîndar bûn.

Sererkanyê ragehand, leşkerên birîndar bo nexweşxaneya Colemêrgê hatin veguhestin û li herêmê operasyon berdewam dikin.