Topên artêşa Tirkiyê li Qamişlo dikevin
Careke din welatiyên bajarê Qamişlo dibine armanca topên atrêşa Turkiyê, vê carê jî 2 top li malekê li taxa Kornîş ketin di encama wê de keçeke 20 salî jiyana xwe ji dest da û 2 birayên wê jî birîndarbûn. Kesûkarên qurbaniyan tekez dikin ku topên li mala wan ketine yên artêşa Tirkiyê ne û tevî mal gelekî dûrî sînor e, lê van topan gelek ziyan gihandine malên wan.
K24 – Qamişlo

Karmendên pizîşkî yê nexweşxaneya ku herdu bira Eyhem û Quteybe lê dimînin, tekez dikin ku rewşa herdiwan cîgir in û qûnaxa metirsiyê li ser jiyana wan derbas bûye. Herwiha didin zanîn ku tenê çend neştergiyên biçûk ji wan re pêwîst e, bo perçên topê ji laşê wan derxînin.
Ji 14ê meha Adara borî de, şer û pevçûn li hin bajarên bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîlan de dest pê kiriye, di encama vî şerî de gelek gule û topên artêşa Turkiyê li mal û taxên bajarê Qamişlo ketine, ku di encama wan de ta nuha 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 12an jî birîndar bûne, ji bilî ziyanên madî yên gihiştine malên sivîlan.