Li Nisêbînê leşkerek hate kuştin

Li navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û şer û pevçûn berdewam in.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê leşkerek hate kuştin.

Şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê bênavber berdewam û roj bi roj dijwartir dibe. Îro, danê sibê li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê taxa Abdulkadîrpaşayê navbera endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê û leşkerên Tirkiyê de pevçûn derket.

Di encama wî şerî de, leşkerek hate kuştin. Şer û pevçûn li navçeyê berdewam e. Duh, jî li heman navçeyê 4 leşker di encama êrîşeka roketan de birîndar bûbûn.

Li navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û şer û pevçûn berdewam in.