Li Sûra Amedê şer derket

Di encamê de polîsek birîndar bû û ew kesê ku, nasnameya wî nehatiye diyar kirin bi birîndarî hate girtin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê pevçûn derket polîsek û kesek birîndar bû.

Li bajarê Diyarbekirê navçeya Sûrê devera Deriyê Mêrdînê polîsan dema kontrola hatûçoyê dikirin hewl dan ku, otombîlekê bigûman bidin rawestandin. Lêbelê tê îdiakirin ko wesaît ranewestiyaye û bi çekan bersivê polîsan daye. Piştre navbera wan û polîsan de pevçûn derketiye.

Di encamê de polîsek birîndar bû û ew kesê ku, nasnameya wî nehatiye diyar kirin bi birîndarî hate girtin. Derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêpirsîneka berfireh kirin.

Li navçeya Sûrê ji 2yê Kanûna Pêşînê ve herçiqas operasyon û şer bidawî hatibin jî qedexeya derketina derva berdewam e.