Mesrûr Barzanî: Gelê me ber bi serxwebûnê ve diçe

Beyaname bi helkefta sedsaliya rêkeftina Saykis-Pîko bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta sedsaliya peymana Sykis-Pîco ragihand, Gelê me ber bi serxwebûnê ve diîe,  divê xelkê Rojhilata Navîn rêz ji qurbanîdana gelê Kurd û biryara gelê Kurd re bigirin.

Derbarê sedsaliya rêkeftina Sykis-Pîco Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir.

Ev jî naveroka wê Peyamê ye:

“Îro sed sal bi ser peymana Sykis-Pîco re derbas dibe ku, beşeke mezin ji xelkê deverê bi taybetî gelê Kurd jî jiber wê rêkeftinê wêrankarî, bindestî û nadadperwerî bûye. Rojhilata Navîn jî ji wê rojê ve aştî û aramî nedîtiye, ji ber ku, destnîşankirina sînoran û dabeşkirina deverê ji bo parastina berejwendiyên hêzên mezin ên wê demê bû, bêyî ku, xwestek û xweziyên neteweyên cuda yên deverê bo biryardan li ser çarenivîsa xwe li ber çavan werin girtin û berejwendiyên wan jî bên dîtin.

Di encama wê şaştiya dîrokî de devera me rastî kirîz, şer û wêrankariyên gelek mezin hat,herwiha gelê me jî qurbaniyên gelek zêde daye bo parastina nasnameya xwe. Niha dem dema vê yekê ye ku, her kes li ser vê şaştiya tirajîk li xwe mukir were, ji bo serrastkirina wê sitem û nadadperweriyê jî lazim e ji xelkê deverê re rê were dayîn da ku, biryar li ser maf û çarenivîsa xwe bidin. Ez hêvî dikim ku, gelê Kurd ti careke din rê nede ti hincetekê û hêz yan jî aliyekî ku bi çarenivîsa wî bilîze û derfeta ku hatiye afirandin, ji dest biçe.

Lazim e gelê me bi xwe biryar li ser çarenivîsa xwe bide û ber bi serxwebûnê ve gavan bavêje. Serxwebûn ji dil destpê dike lewre lazim e em bixwazin ku ser bi xwe bibin heta ku serxwebûn bidest bixin û serbixwe bibin. Nabe em rê bidin ku lîstokên siyasî û berejwendiyên biçûk yên hêz û partiyan yan jî berejwendiyên taybetî yên takekesî bibin asteng li pêşiya vê armancê.

Eger em bi xwe bindestiyê qebûl nekin wê demê ti hêzek nikare me biçewsîne, bila em bi xwe biryar bidin û rê nedin ti kes û aliyek di şûna me de biryar bide, bila em ji vê zêdetir rê nedin ku bi hincetên bêbingeh yên weke "niha ne dema vê ye", "rewş jê re negoncaw e" û hwd.. her weke paşko an jî bi bindestî bimînin.

Dem dema vê yekê ye ku, em bi xwe biryara xwe bidin. Lewma ez bi vê helkeftê daxwaz ji tevahiya cîhanê dikim,  bi taybetî gelên Rojhilata Navîn rêz ji qurbanîdana gelê Kurd û biryara gelê Kurd bigirin û ew helwesta me bi destpêşxeriya aştiyane û çareseriya bingehîn binirxînin û hevûdu bi dost, cîran, hevbeş û yeksan qebûl bikin.”