Firakisyûn ên Kurdistanî merc ên vegerîyan xwe bo Bexdayê aşkera dikin
Firakisyûn ên Kurdistanî di perleman a Bexdayê, evro li silêmanîyê li ser vegeryan a wan bo Bexdayê kom bûn û piştî kombûnê di daxuyannameyekê de merc ên vegerîyan a xwe aşkerakirin.
K24- Silêmanî
Firakisyûn ên Kurdistanî di perleman a Bexdayê, evro li silêmanîyê li ser vegeryan a wan bo Bexdayê kom bûn û piştî kombûnê di daxuyannameyekê de merc ên vegerîyan a xwe aşkerakirin.
Di daxuyanname ya firakisyûn ên Kurdistanî de hatîye: Bi giringî û hestewerî ve li rewş a sîyasî û asayîşî ya Îraqê di neerîn û û hev ra û hev nerînîn li ser giringî ya kombûn a hevpişk a perlemanê lê bi wê mercê ku amadekarî ya temam û sazan a pêşdem di navber a firakisyûn ên perlemanê de bihê encamdan.
Di xalek a dî ya daxuyannameyê de hatîye: Pêdivîye serok wezîr ê Îraqê danûstandin û hewl ên xwe çirr bike li gel hemû alî yên sîyasî yên pişikdar di hikumetê de daku dawîyê bi arîşe yên hikumet û kabîne ya xwe bihîne.
Wan ragehandin jî: Wek firakisyûn ên Kurdistanî tekezê dikin li ser wan merc ên ku di destpêk a damezirandin a hikumetê de bo pêkhînan a kabîne ya wezîr wezarî, pêşkêşî Ebadî kiribûn û li ser ewê binemayê jî Kurd pişkdarî di di hikumetê de kirin û ji hemûyan giringtir, çareserkirin a arîşe ax û budce ya xelk ê Kurdistanê û piştîvanî û harîkarî ya hêz a pêşmerge û qurbanî yên dest ên rijêm a Beis û çendîn maf ên din yên xelk ê Kurdistanê, ev belgename ji alî yê perlemanê hatîne pesindkirin û divê bihên bicihkirin. Em wek firaksyûn ên Kurdistanî hêj pabendîn bi wan û daxwaz dikin bihên bi cihkirin.
Herweha firaksyûn ên Kurdistanî, amadeyî ya xwe nîşan dan bo danûstandinan li gel hemû alî yên sîyasî yên Îraqê bo gehiştine asoyek a çareserî ya arîşeyan li Îraqê.