Li Diyarbekirê polîsek û kesekî din birîndar bûn
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê pevçûn derket polîsek û kesek din ve birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê pevçûn derket polîsek û kesek din ve birîndar bûn.
Li bajarê Diyarbekirê navçeya Sûrê devera Deriyê Mêrdînê polîsan dema kontrola hatûçûnê dikirin, hewl dan ku wesaîtek bigûman bidin rawestandin. Lêbelê tê îdiakirin ko wesaît ranewestiyaye û bi çekan bersivê polîsan daye.
Piştre navbera wan û polîsan de pevçûn derketiye. Di encamê de polîsek birîndar bû û ew kesê ko nasnameya wî nehatiye diyar kirin bi birîndarî hate girtin. Derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêpirsîneka berfireh kirin.
Li navçeya Sûrê ji 2ê Mijdarê ve, herçiqas operasyon û şer bidawî hatibin jî qedexeya derketina derva berdewam e.