Li Kobanê di encama ketina roketan: sivîlek şehîd bû û 6 birîndar
Li gor pizîşkan rewşa du birîndaran di metirsiyê de ye.
K24-Kobanê
Li gundê Tel El-Maber ku, dikeve rojavayê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama ketina roketên DAIŞê de, ji aliyê Cerablusê sivîlek hat kuştin û 6ê din birîndar bûn.
Li gor payemanê K24ê şeva borî roketek ji aliyê bajarê Cerablusê ve, li gundê Tel El-Maber ku, dikeve rojavayê bajarê Kobanê ket, di encam de welatiyek hat kuştin û 6ê din birîndarbûn, di nav wan de jin û zarokên piçûk hene.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, çekdarên DAIŞê roket ji bajarê Cerablusê avêtin.Herwiha ew birînadar jî li gor jêdereke pizîşkî li nexweşxaneya El-Emel a Kobanê evin:Emîna Elî temen 25ê salî, Rehîma Xelîl 50 î salî, Mistefa Mihmed 30 salî, Aya Welo 8 salî, Xewla Mistefa 14e salî û zarokeka bişîr binavê Colyana Setof.
Li gor pizîşkan rewşa du birîndaran di metirsiyê de ye.