Li Amed û Şirnaxê 4 baregehên nû yên ewlekariyê tên avakirin
Her wiha li navçeyên Cizîr û Elkê yên Şirnexê jî 2 baregehên nû yên ewlekariyê dê werin avakirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Encumena Wezîrana Tirkiyê biryara "kirîna bilez" da ku li Diyarbekir û Şirnexê 4 baregehên nû yên ewlekariyê bên avakirin.
Biryara hikûmeta Tirkiyê îro di rojnameya Resmî de hat weşandin û dest bi kirîna zevî û cihê hat kirin. Li gorî biryarê li navçeyên Sûr û Rezanê yên Diyarbekirê 2 baregehên nû tên avakirin.
Her wiha li navçeyên Cizîr û Elkê yên Şirnexê jî 2 baregehên nû yên ewlekariyê dê werin avakirin.
Bi vê biryarê 30 hezar û 600 metregoşe zevî û xanî ji xwediyan tê kirîn.
Hê berê jî, ser daxwaza Wezareta Navxweyî, bi biryarên lezgîn yên hikûmetê bo gelek navçeyên bakurê Kurdistanê, biryara avakirina baregehên nû hatibû girtin.