Hêz a Pêşmerge hêrişek a Daişê têkşikand
Evro ser ê sipêdeyê, çend xwekujekan hêrişkirin ser çer ên Pêşemerge lê hêz a Pêşemerge zû bersiv a wê hêrişê vedan û têkşikandin.
K24- Duhok
Evro ser ê sipêdeyê, çend xwekujekan hêrişkirin ser çer ên Pêşemerge li bakûr ê Musil, lê hêz a Pêşemerge zû bersiv a wê hêrişê vedan û ew hêriş têkşikandin.
Emêd Hêriş Memed harîkar ê fermandar ê fermande ya zêrevenîyê li sikr a Mûsilê, bi Kurdistan24 ragehand: Evro demjimêr 04:00 ser ê sipêdeyê çend xwekujekan hîrişkirin ser dûryan a Eskî Mûsil û Burc a Eskî Mûsil û vîyan xwe bi hêz a pêşmerge re bi teqînin, lê Pêşmerge û zû ji wan re hatin dest û berisv a wan dan û ew hêriş têkşikandin.
Herweha got jî: 13 term ên çekdar ên Daişê kevtîne di dest ên Hêz a Pêşmerge de.
Amaje bi wê yekê ji kir: Li têkşikandi a hêrişê, firoke yên hevpeymanan harîkarî ya hêz ên Pêşmerge kirîne.