Efrîn: 3 şervanên YPGê birîndar dibin
Grûpên îslamî navendeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Cindirêsa Efrînê bi mûşekekê armanc kirin, 3 şervanên YPGê birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên îslamî navendeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Cindirêsa Efrînê bi mûşekekê armanc kirin, 3 şervanên YPGê birîndar bûn.
Li gor çalakvanên Efrîn ji K24ê re ragihandine, ku îro danê sibê mûşekeke grûpên îslamî li navenda YPGê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ket, di encamê de agir bi wê navenda YPGê ket.
Herwiha li gor çalakvanên Efrînê, ku 3 şervanên YPGê yên birîndar gihêştin nexweşxaneya Avrîn ya bajarê Efrînê.
Roja 12 Gulanê, Ketîbeya 13 ya ku ji Ceyş el-Sune veqitiya ye, di daxuyaniyekê de gef li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwar û bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî ji xwe re ragihand.
Herwiha ji 12 Gulanê de, bi berdewamî grûpên îslamî Efrîn û gundên wê bi top û mûşekan armanc dikin. Roja 15 Gulanê Asayişa Efrînê daxuyaniyeke hişyariyê belav kir û daxwaz ji welatiyên Efrînê kir, ji malên xwe dernekevin, heger dengê teqînan jî hate bihîstin, ber bi qatên binî yê avahiyan biçin.