Mesrûr Barzanî: Daxwaz danûstandin a li Bexdayê dikin heya bawerrîyek bihê binyakirin wek dû hevsû yan bijîn

Rawêjkar ê Civat a Asayş a Herêm a Kurdistanê, li pêşwazî ya şandek a bala ya şahnişîn a Birîtanyayê, daxwaz a despêkirin a danûstandin ên aştîyane kir li gel Bexdayê bi armanc a binyatnan a bawerrîyekê dakû dawî bi nakokî yên dîrokî bihê û herdû alî bi yeksanî û hevtayç li ba hev , wek dû hevsû bijîn.

K24- Hewlêr

Rawêjkar ê Civat a Asayş a Herêm a Kurdistanê, li pêşwazî ya şandek a bala ya şahnişîn a Birîtanyayê, daxwaz a despêkirin a danûstandin ên aştîyane kir li gel Bexdayê bi armanc a binyatnan a bawerrîyekê dakû dawî bi nakokî yên dîrokî bihê û herdû alî bi yeksanî û hevtayç li ba hev , wek dû hevsû bijîn.

evro Mesrûr Barzanî, rawêjakr ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê di dema pêşwazîkirin a şandek a bala ya serbazî ya şahnişîn a Birîtanyayê bi serokatî ya ceneral Tom Bêkit rawêjakar wezaret a berevanîyê bo Rojhilat a Navîn, daxwaz a destpêkirin a danûstandin ên aştîyane kir li gel Bexdayê  bi armanc a binyatkirin a bawerrîyekê daku dawî bi nakokî yên dîrokî bihê û herdû alî bi yeksanî û hevtayî li ba hev wek dû hevsû bijîn.

Her girêdayî evê babetê, di amajeyekê de bo sed sal bûrîn bi ser rêkkevtinname ya Saykis-Pêko xuya kir ku pêdagirtin li ser wê sitemkarî ya ku evê rêkevtinê hînaye , karesat wêrankarî yên mezintir jî lê dê çê bibe, lew jî dem a wê ye hizr bihê kirin li çareserî û rastvekirin a şaşî yên Dîrokî .

Di wê dîdarê de, gêngeşe hat kirin li ser hilmet a cîhanî dij bi rêkxistî ya Daişê li Îraq û Suryayê û dever ên din. Ceneral Bêkit tekez kir li ser soz û pabendbûn a welat ê wî bi dabînkirin a çek û teqmenî yên pêdivî bo evê cengê û cext kir li ser hewl ên niha ya Birîtanîyayê bo harîkarîkirin a zêdetir a Herêm a Kurdistanê di war ê meşq û rahînan Pêşmerge de û ragehand:  Pişikdarî ya kara hewe di vê şerr ê cîhanî de, gelek karîger û giringe bû, evê weha kir li seranserî cîhanê sitayîş a mezin a gel ê Kurdistanê û hêz a Pêşmerge bihê kirin.

Di pişkek a dî ya daîdarê de rewş a bajar ên mezin ên Îraq hat kirin ew ên ku heya niha li jêr dest ê Daişê mane, li seer evê yekê Mesrûr Barzanî ragehand: Şikest  a serbazî ya Daişê sanahîye, lê nehêştin a wan sedem ên ku bûne eger a serhildan a dîyarok a Daişê û hevmînak ên wê kar û dem ên zêdetir divên. Lew divê hevpeymanî ya nêvdewletî di hemû bwaran de harîkar û hevkar bie daku ev arîşe ji reh re bihê çareserkirin û eger ên serhildan a wê jî nemîne.