Hesekê: 2 kuştî û 4 birîndar
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Hêzên rêjîma Sûriyê de derketiye, di encam de jî 2 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, 4 jî birîndar bûn.
K24 – Hesekê
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Hêzên rêjîma Sûriyê de derketiye, di encam de jî 2 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, 4 jî birîndar bûn.
Li gor Peyamnêrê K24ê li Hesekê, dema ku, hêzên rejîma Sûriyê xwestin ku, destêwerdanê di karûbarên ezmûnên xwendekaran de bikin, Asayîşa Rojava rêgirî li ber wan girt, di encamê de şer û pevçûn derketin.
Peyamnêrê K24ê ragihand ku şer li bazara bajarê Hesekê nêzîkî nexweşxaneya Isam Bexdî di navbera her du aliyan de derket, di encamê de jî 2 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, navê yekî jî Mihemed Qiço ye, 4 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha otombîlek jî hate şewitandin.