Navendek a Emerîkayî: Rêkkevtin a Yêkêtî û Gorranê pêgeh a Îranê li Kurdistanê berfireh dike
Di raportek a şîkarî de, navendek a rawêjkarî ya Emerîkayê ragehand: Rêkkevtin a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurditsanê û Bizav a Gorranê pêgeh a Komar a Îslamî ya Îranê li Herêm a Kurdistanê berfireh dike.
K24- Hewlêr

Navend a rawîjkarî ya Sitrafor a Emerîkayî bi wajûkirin a rêkkevtinname ya di navber a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Bizav a Gorranê, raportek a şirovekarî belavkir, di wê raportê de hatîye, nêzîkvebûn a Yekêtî û Gorranê, rol û pêgeh a Îranê li Herêm a Kurdistanê firehtir dike.
Li gor wê raportê, aramanc a swerekî ya ewê rêkkevtin a Yekêtî û Gorranê, xwe bihêzkirn xwe ye wek dû partî li beranber bi rikaber ê wan yê bi hêz li Herêm a Kurdistanê ku Partî ya Dîmukrt a Kurdistanê ye. Li gel evê yekê jî zêdekirin a karîgerî yên Tehranê ye li ser Başûr a Kurdistanê.
Duhî li bajar ê Silêmanîyê bi amadebûn a Celal Talîbanî, sikirtêr ê giştî yê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê û serkirdatî ya herdû partîyan Yekîtî û Gorranê rêkekvtinek a sîyasî wajûkirin.