Partî: Ji bilî îradeya gel em çi îradeyeke din qibûl nakin

Partî ya Dîmukrt a Kurdistanê (PDK) herdem nerîn a wî ew bûye ku rêkkevtin di naveber a alî yên sîyasî karek ê asayîye, nemaze eger ji bo berjewendî ya gel ê kurdistanê û yekrêzî ya hêzan û nehêlan a nakokîyan be, nekû bo dijînkirin a alîyekê dî û mezinkirin a wan kelênan be ku hene. hevdem jî binema û xal ên hîç rêkkevtinek a di navber a dû partîyan de yan zêdetir ji dû partîyan, bi binema yên rêvebirin a pirose ya sîyasî û yasayî û îdarî li Herêm a Kurdistanê nahê danan.

K24- Hewlêr

Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê (PDK) herdem nerîna wî ew bûye ku rêkkevtin di naveber a alî yên sîyasî karek ê asayî ye, nemaze eger ji bo berjewendîya gelê Kurdistanê û yekrêzîya hêzan û nehêlana nakokîyan be, nekû bo dijîkirin a alîyekê dî û mezinkirin a wan kelênan be ku hene. hevdem jî binema û xal ên hîç rêkkevtinek a di navber a dû partîyan de yan zêdetir  ji dû partîyan, bi binema yên rêvebirin a pirose ya sîyasî û yasayî û îdarî li Herêm a Kurdistanê nahê danan.

Di rêkkevtin a di navber a Bizav a Gorran û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê raçavkirtin a hewlekê dihê kirin bo berfirehkirin a nakokî yên hindûrî  ku xizmet a çareserkirin a arîşe û girift ên çeqyayç nake, belku ber bi rewşek a nexwaztî ya caran ve me dibe.  Hevdem jî rêgirtine ji Yekêtî ya Nîştîmanî ya bo hebûn a helwêstek a cûda  ji Bizav a Gorran ku ber bi alozîyê û tundrewîyek a zêdetir diçe.

Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, bê hîç cor ên li berçavgirtin a hevpeymanî û rêkkevtin a sitratîcî û hevpişkîyê li rêvebrin a Kurdistanê li gel partî ya dîmukrtî ya Kurdistanê û bê hîç cor ên danûstandin û agahdarkirin a Partîyê, xwe xist di rêkkevtinekê de li gel alîyekê ku arîşeyek a sîyasî li gel partî ya Dîmmukratî ya Kurdistanê duriskirîye û xwe gehandîye lêvar a bûne pişkek ji ji wê arîşeyê, ew jî bi vajî ya dem a bûrî ye ku Yekêtî li gel Partîyê hevkarbûn bo çareswerkirin a arîşeyan.

Partî ji bilî vîyan û îrade ya gel çi îrade yên din qibûl nake û ezmûn bûrî jî nîşan da ku bê Partî , îdare ya Herême gfirçin û zehmete.

Partî ya Dîmûkrat a Kurdistanê, bi hestewerî ve li kawdan ên niha ya Kurdistanê dinere û bi çi awayekê jî rê çi hewlan nade  bo têkdan a akincî û tenahî ya îdarî û sîyasî û asyaîşî lawazkirin a îrade ya xweragirî ya Pêşmerge ku di şerrek ê dijwar de ye li gel hovîntirîn dijmin ê mirovanîyê û azadîyê û hêj şerr ê mezintir li pêşî ya me maye. Herweha Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê, rijte li ser wê yekê ku xwîn a Pêşmerge ji bo azadîyê nebe nabe bi vala biçe û divê gelê Kurdistanê bi rê yên rewa û yasayî wek rifrandom îrade ya xwe nîşanî hemû cîhanê bide.

Sera wê yekê jî ku Kurdistan li kêlek a hovîntirîn hêz a tîroristî ye li deverek a şuliqîyayî, supas bo xweday di akincî û tenahîyek a mezin deye, lew Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê bawerrî ya wê ewe ku divê hemû hewl ji bo wê akincî û tenahîyê û çareserekirin a arîşeyan û paraztin a destekevtan be berî her tiştek ê din.

 

 

Mekteb a Sîyasî ya

Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê

18-5-2016