Li Girkê Legê endamên PDK-Sê tên girtin
Rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) girtina hevalê xwe ji aliyê Asayişa Rojava ve, şermezar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) girtina hevalê xwe ji aliyê Asayişa Rojava ve, şermezar dike.
Rêxistina Girkê Legê ya PDK-Sê girtina hin endamên xwe ji aliyê Asayişa Rojava de şermezar kir û di daxuyaniyekê de belav kir: “Dema alîgrên PDK-Sê derketin kolanan ji bo şermezarkirina peymana Sykes – Picotê, hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek hêzên Ciwanên Şoreşger, YPG û Asayişê ve, êrîşî xelkê kirin û hin kes girtin.”
Di daxuyaniya PDK-Sê de hat jî ku “Di roja roja piştî xwepêşandanê, hêzên ser bi PYDê ve, ser gundê Kurtepan û mala endamê PDK-Sê Hemrîn Remedan dorpêç kirin. Herwiha endamê PDK-Sê Îdrîs Zuhrab hate girtin.”