Barzanî: Dem a wê ye, sinûr ên destkir li Rojhilat a Navîn pişt pê re nehê girêdan

Serok ê Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de li gel govarek a Emerîkayî de ragehand: Dem a wê yekê hatîye ew sinûr ên destkir ên sepandî li Rojhilat a Navîn pişt pê re nehê girêdan û sinûr ên wê yên Sirûştî bihên vegerrandin.

K24- Hewlêr

Serok ê Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de li gel govarek a Emerîkayî de ragehand: Dem a wê yekê hatîye ew sinûr ên destkir ên sepandî li Rojhilat a Navîn pişt pê re nehê girêdan û sinûr ên wê yên Sirûştî bihên vegerrandin.

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de li gel govar a De Nayişin (The Nation) ku kevintirîn govar a heftane ya Emerîkayê ye, li ser bîrewerî ya sed salî ya rêkkevtinname ya Sayiks-Pêko dibêje: Dem a wê yekê hatîye ew şaşî yên dîrokî bihê rast vekirin, lê ev oirose ye bi awayek a aştîyane û bi rêya rifrandomê bi rêve bihere.

 Barzanî di wê hevpeyvînê de rêkkevtin a Saykis-Pêko bi şaşî ya sedeyê nav dibe û dibêje: Ew sinûr ên li ser evê rêkkevtinê hatin dîyarkirin , niha nemane û kevwarek a dî çîbûye.

Di pişkek a dî ya hevpeyvînê de, Barzanî dibêje: Çê nabe xelkî naçar bikey ku bi hev re bijîn û herçend hewil jî bidey di dawîyê de her şikestê dê bihînî.

Li ser serxwebûn a Kurdistanê Barzanî dibêje: Li başûr a Kurdistanê, niha dem guncaye bo wê pêngavê, bi destvehîn a evê armancê jê bi rê ya dîyalogê dibe neku bi rê ya şerr û tundûtîjîyê.

Ji alîyek dî ve barzanî bi govar a De Nêşin ragehandîye ku hêz a Pêşmerge amdaye pişikdarîyê di oppirasyûn a Mûsil de bike û dibêje jî eger Hêz a Pêşmerge çek ên Modrên û pêdivî yên serbazî yên pêşkevtî heba, her zû dişîya Daişê ji nav bibe.

Li ser pirs a Kurd li Bakûr a Kurdistanê, Barzanî dibêje: piştî hilbijartin ên 2015yê bi destvehînan a deng ên gelek ji alî yê Partî yên Gel ên Dîmukrat (HDP)û çûne di nav perleman a Turkîyayê de,  wî daxwaz ji berpirs ên HDPyê kir ku li gel partî ya Dda û geşepêdan (EKP)yê hikumet pêk bihînin, lê karîçgerî ya PKKyê li ser HDPyê, weha kir ku ewê hevpeyamnîyê neke û dibêje: Poz bilindî ya PKKyê weha kir nakokî zêdetir durist bibe û rewş vegerre bo servehildan şerr û kûştan.

Dûv re Barzanî behs a sîyaset a Turkîya û Receb Teyîb Erdogan, serok komar a Turkîyayê dike ku piştî 2013yê sîyaset a Enqereyê beranber bi Kurd bi awayek a berçav hatîye guhertin, lê Barzanî îtirafê dike ku niha bi eger a destpêvekirin a şerr ê di navber a Turkîya û PKKyê Erdogan jî hatîye guherin.

Li ser Partî ya Yekêtî ya Dîmûkrat(PYD) ku bal a sîyasî ya PKKye li Rojava ya Kurdistanê, Barzanî PYD tuhmetbar dike bi wê yekê ku hevpeyman ê rijêm a Esede û berpirsyare ji derkirin a bi komel a xelk ê rojava ya Kurdistanê û derkirin û kuştin a çalakvan û sîyasetavn û û rikaber ên PYDyê li dever ên Kurdî. Braznî dibêje nêzîkî 20 çalakvan û sîyasetvan ên rojava ya Kurdistanê ji alî yê PYDyê ve hatîne kuştin yan revandinû û got jî PKKyê her tişt li rojava ya Kurdistanê qorx kirîye û rê nade Kurd pişikdarîyê di wê serhildanê bikin ku gel ê Suryayê li dijî Esed encam dide û gelek xelek girtine û zîndanî kirine.

Piştî dagîrkirin a Şengarê ji alîyê Rêkxistî ya Daişê li Tebax a 2014 û azad vekirin a wê, hijamrek a gerîla yên PKKyê çûne wî bajarî û Barzanî, PKKyê bi wê yekê tuhmetbar dike ku ji alîyê hikumet a Îraqê ve harîkarî dihên kirn û hikumet a Bexdayê jî li jêr karîgerî ya Îranê ye.