Wezîrekî Tirkiyê serdana gundiyê Herbecînê kir û sersaxî xwest
Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyê serdana gundê Herbecînê yê bajarê Diyarbekirê kir, ku 16 welatî di encama teqînekî de canê xwe ji dest dabûn.
K24 – Nvenda Nûçeyan
Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyê serdana gundê Herbecînê yê bajarê Diyarbekirê kir, ku 16 welatî di encama teqînekî de canê xwe ji dest dabûn.
Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji bo malbatên ku xizmên wan di teqînê de mirine sersaxî xwest û diyar kir, ku ew piştî bûye Namzetê Serokê AK-Partiyê, bi wezîr û parlementeran yekser serdana Diyarbekirê gundê Herbecînê kirine.
Yildirim da zanîn, ku wateya vê serdana lezgîn ew e, ku ti kes nikare biratiya wan a hezar salan têk bibe. Bila welatî dilniya bin, ku ewê bidawiyê terorê bînin. Ji bo vê yekê çi pêwîst be ewê pêk bînin. Ew nahêlin ku Tirkiye perçe bibe. Ew ê bersivekê tund bidin wan kesên ku dixwazin Tirkiyê perçe bikin.
Di Şeva 12ê Gulanê de li gundê Herbecînê navbera gundî û endamên PKKê de pevçûn derketibû û barhilgireka bombebarkirî teqiyabû. Di encamê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn, 23 kes jî birîndar bûbûn.