Robert Ford: Pêwendiyên PYDê rasterast bi PKKê re hene
Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê radigihîne, pêwendiyên rasterast di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê radigihîne, pêwendiyên rasterast di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hene.
Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford di çarçoveya rûniştineke taybet ya Kongresa Amerîkî de got ku, Amerîka alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê YPGê yê leşkerî ye, dike. Ford got jî, pêwendiyên rasterast û aşkere ya PYD û PKKê heye.
Herwiha Ford diyar kir jî, ku armanca YPGê ji kontrolkirina Minbicê û deverên din ew e, ku kantonên xwe li Rojavayê Kurdistanê fereh bike. Ji ber wê yekê jî Tirkiyê ji hewlên YPGê dilgiran e.
YPG û HSDê ku niha li rojhilata çemê Feratê ne, Tirkiyê jî dibêje nabe ew hêz derbasî rojavayê çemê Feratê bibin. Alîkariya Amerîkayê ji YPGê re jî bûye sedema aloziya di navbera rayedarên Tirkiye û Amerîkayê de.