Li Wanê leşkerekî Tirk hate kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li Wan û Bidlîsê yên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê derket, di encamê de leşkerek hate kuştin û 2 yên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Wan û Bidlîsê yên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê derket, di encamê de leşkerek hate kuştin û 2 yên din jî birîndar bûn.

Li riya navbera Şax û Payzawa ya ser bi Wanê ve, şer û pevçûn di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de derket, di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha li bajarikê Tatwana Bedîsê jî, di encama operesyonekê ya artêşa Tirkiyê de, şer û pevçûn digel PKKê de derket. Di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Piştî wan şer û pevçûnan, artêşa Tirkiyê bi alîkariya hêzên esmanî dest bi operesyoneke berferh kirin.