Cemîl: Hêzên Navdewletî naxwazin krîza Sûriyê çareser bibe
Serokê Aniya Guhertin û Azadkirinê li Sûriyê Qedrî Cemîl derbarê civîna Viennayê de ji K24ê re ragihand, aliyên navdewletî û herêmî hene, naxwezin krîza Sûriyê çareser bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Aniya Guhertin û Azadkirinê li Sûriyê Qedrî Cemîl derbarê civîna Viennayê de ji K24ê re ragihand, aliyên navdewletî û herêmî hene, naxwezin krîza Sûriyê çareser bibe.
Cemîl got “Hinek hêzên navdewletî û herêmî hene, dixwazin danûstandinên Cenêv rawest e û naxwazin biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 biser bikeve. Hêzên Navdewletî dest bi vê yekê kirin, ji vekişandina şanda opozîsyonê ji danûstandinên Cenêvê de û destpêkirina şer li Sûriyê.”
Herwiha Cemîl got jî: “Biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 ne li gor dilê wan bû, lewre ew dixwazin careke din vegerin û biryarek din bidin û derbasbûneke leşkerî di bin 7an de, lê ev yek naçe serî, ji ber ku vîtoya Rûsya û Çînê heye, dê di berjewendiya gelê Sûriyê de be.”
Derbarê ne beşdarî kirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di danûstandinên Cenêvê de, Cemîl got: “Ne beşdarîkirina PYDê di danûstandinên Cenêvê de, binpêkirinek e ji Encûmena Asayişa Navdewletî re, ji ber ku PYDê pêkhateyeke bingehîn e ya gelê Sûriyê û hêzeke mezin e li ser erdê li dijî DAIŞê û serkeftî ye. Ez ne di wê baweriyê de me, ku bi vî rengî bê xelatkirin dikim ”