Aldar Xelîl: “Derbasbûna Pêşmergeyên Rojava dê bibe sedema şer.”
Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê dibêje “Radestkirina rêveberiya dergeha Sêmalka bo komîteyeke sivîl nayê qebûlkirin.” Xelîl derbarê Pêşmergeyên Rojava de jî dibêje: “Jixwe ez nabêjim Pêşmergeyên Rojava, heyf ku navê wan pêşmergetiyê lê tê kirin, ew çeteyên Rojava ne. ew çete jî nabe derbasî Rojava bibin, derbasbûna wan dê bibe sedemên şer.”
K24 – Qamişlo
Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê dibêje “Radestkirina rêveberiya dergeha Sêmalka bo komîteyeke sivîl nayê qebûlkirin.” Xelîl derbarê Pêşmergeyên Rojava de jî dibêje: “Jixwe ez nabêjim Pêşmergeyên Rojava, heyf ku navê pêşmergetiyê lê tê kirin, ew çeteyên Rojava ne. ew çete jî nabe derbasî Rojava bibin, derbasbûna wan dê bibe sedemên şer.”
Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê Aldar Xelîl, îro di daxuyaniyeke taybet bo K24ê ragihand, ku dergeha sînorî “Sêmalka” ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin û pêwîst e di zûtrîn dem de ew dergeh bê vekirin.
Aldar xelîl diyar kir, ku niha gelek hêz hewla navbênkariyê dikin bi armanca vekirina dergeha sînorî. Lê mercên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê mebestê danîne, mîna derbasbûna Pêşmergeyên Rojava û radestkirina birêvebirina dergeha Sêmalka ji bo desteyeke sivîl, nayên qebûlkirin.
Xelîl got jî: “Di demekê de ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) şerê Rêveberiya Xweser dike, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ji me dixwaze, ku nîvê dahatiyên dergeha sînorî ji ENKSê re be, ev yek jî curek ji berovajiyê tê de heye.”
Xelîl got jî: “Jixwe ez nabêjim Pêşmergeyên Rojava, heyf ku navê wan pêşmergetiyê lê tê kirin, ew çeteyên Rojava ne. ew çete jî nabe derbasî Rojava bibin, derbasbûna wan dê bibe sedemên şer.”
Di 16ê miha Adarê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê dergehê sînorî yê Sêmalka girt û cîbicîkirina bendên rêkeftina Dihokê ya di navbera ENKS û TEV-DEMê de wek merc ji bo vekirina sînor datîne.