"Emê wan kesên dixwestin li Enqerê pêşwaziya Bayîk û Karayilan bikin eşkere bikin"
Parlamentoya Tirkiyê duh, bi dengê 376 parlamenteran rakirina parêzbendiyan pejirand.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Îdrîs Balûken diyar kir ku, wê parlamenter û berpirsên AKPê yên gotine, em dixwazin pêşwaziya Mûrad Karayilan û Cemîl Bayik bikin eşkere bikin.
Balûken ji televizyona ÎMC re diyar kir ku, agehdariya hemû rayederên dewletê ji hevdîtinên wan yên ligel Qendîlê hene û ragihand: "Emê berpirsên AKPê yên gotine, çi em li Enqereyê pêşwaziyê li Salih Mûslim bikin, çi jî li Karayilan û Bayik bikin eşkere bikin."
Idrîs Balûken wiha got: "Yên ji me re dibêjin fermanê ji Qendîlê werdigirin û ligel wan tevdigerin, ew kesin yên di gotin pêwîste Karayilan û Bayîk li Enqereyê bin.
Serokwekîlê Koma HDPê Balûken destnîşan kir ku, eger parlamenterên wan werin dadgeh kirin, wê van zanyariyan hemûyan eşkere bikin.
Parlamentoya Tirkiyê duh, bi dengê 376 parlamenteran rakirina parêzbendiyan pejirand.