Mehemed Hacî Mehmûmd: Divê YNK goman ên PDKyê verevîne

Sikirtêr Hizb a Susyalîst a Dîmukrat a Kurdistanê, ragehand: Piştî rêkkevtin a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) û Bizav a Gorran(BG)yê, renge Partî ya Dîmukrat a Kurdistan(PDK)yê guman a wê yekê hebe ku YNK yek alî bûye li gel Gorranê û bê laydeyî ya xwe ji dest daye, lew dibe YNK hewl bide evê guman a PDKyê verevîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f372e18b-d9aa-4d1b-86a1-1e9277042125/Rekawtny%20YNK%20u%20GoRRan.ism/manifest

K24- Silêmanî

Sikirtêr Hizb a Susyalîst a Dîmukrat a Kurdistanê, ragehand: Piştî rêkkevtin a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK) û Bizav a Gorran(BG)yê, renge Partî ya Dîmukrat a Kurdistan(PDK)yê guman a wê yekê hebe ku YNK yek alî bûye li gel Gorranê û bê laydeyî ya xwe ji dest daye, lew dibe YNK hewl bide evê guman a PDKyê verevîne.

Mehemed Hacî Mehmûd, sikirtêr ê Hizb a Sosyalît a Kurdistanê, di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan24, ragehand: Berî demkê YNK bê layde bû di navber a PDKyê û BGyê de, lê piştî evê rêkkevtinê, renge PDKyê guman a wê yekê hebe ku YNKyê bê ladeyî ya xwe ji dest daye  yan xwe yek alî bûye û li gel Bgyêye. Divê YNK wek hestkirin bi berpirsyarînî ya dîrokîhewl bide evê moranê li ba PDKyê verevîne.

Ebû Karwan, endam ê Mekteb a sîyasî ya Hizb a Komonîst a Kurdistanê weh dibîne ku divîya PDK d kavedan a xwe li ser ewê rêkkevtinê demek a zêdetir bidaba bicikirin a nameyê û arvedan a PDKyê lezûbez pê ve dîyar bû, ewî got: Maf ê PDKyê ye ku corek a nîgeranîyê hebe, lê di mamelekirinê û cor ê bicihkirin a wê rêkkevtinê bo wî xuya dibû û dikarî helwîstek a baştir xuya kirba, lew bi bawerî ya min PDKyê lez kir.