Îran dewlet a Kurdistan a serxwebûyî qibûl nake

Li ser ragehandin a dewlet a serbixwe li Başûr a Kurdistanl û karvedan a welat ên hevsû bi giştî û Îranê bi taybetî, hijmarek ji sîyasetvanan nerîn a wan ewe ku Komar a Îslamî ya Îranê reftarê li gel kevwarê dê bike û dewlet a Kurdistan serbixweqibûl dike.

K24- Hewlêr

Di hevpeyvînekê de li gel Kurditan 24, Xalid Ezîzî, sikirtêr ê Hizb a Dîmukrat a Kurdistanê, ragehand: Herêm a Kurdistanê , desthilat, serwerî û hêz a yasayî , abûrî û darayî ya xwe heye. Welat ên cîhanê nwênerînî ya xwe heye li Hewlêrê, Îran nekare nerîn a xwe bisepîne û berî ya wê bigre. Ez weha dibînim di daw3îyê de Komar a Îslamî ya Îranê naçar dibe evê kevwarê qibûl bike.

Her li ser evê pirsê Mehmûd Mehemed, endam ê Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê dibêje: Komar a Îslamî ya Îranê jî wek dewletek ku rol a giring a xwe heye li deverê, evê bi maf ên gelan dizane û kevwar ê Herêm a Kurdistanê û maf û azadî yên xelk dizane.

Dr. Dilawer Elaedîn, berpirs ê Enîstîto ya MÊRÎ: Îran reftar ê li gel kevwar ê nû dê bike, Ew a li ba wê giringe dewlet a Kurdî nebe metirsî bo asayîş a neteweyî bo derdor û hevsû yên xwe. Erk ê Kurde dewlet a Îranê diltenh bike.

Ev di demekê de heye  ku niha li Başûr a Kurdistanê amadekarîyê bo  encamdan a rifrandomê dike û bi bawerrî ya hinek kesan jî, pêngav a piştî rifarndomê ragehandin a dewlet a Kurdistanê dibe li Başûr a Kurdistanê.