Warin: li meh a burî, meşq bi zêdetir ji 1000 Pêşmergeyan hatîye kirin.

Gotebêj ê Hevpeymanî ya nêvdewletî bo şerr ê Daişê ragehand: di dem a meh a bûrî de meşq û rahîûnan bi zêdetir ji hezar Pêşmeergeyan kirîye û bo opirasyûn ên dahatî hatîne amadekirin.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê Hevpeymanî ya nêvdewletî bo şerr ê Daişê ragehand: di dem a meh a bûrî de meşq û rahîûnan bi zêdetir ji hezar Pêşmeergeyan kirîye û bo opirasyûn ên dahatî hatîne amadekirin.

Stîv Warin, gotebêj ê hêz ên Hevpeymanî ya Nêvdewletî bo şerr ê dijî Daişê li Îraqê û Sûryayê, di beyannameyekê de xuya kir: Tenê di dem a 30 roj ên burî de li bajar ê Hewlêr, Meşq û rahînan bi nêzîkî 1100 Pêşmergeyan hatîye kirin.

Herweha gotebêj ê hêz a Hevpeyamanan ragehand: Girûpek a dî ji hêz a Pêşmerge hatîne amadekirin, dakû ji alî yê rawêjkar ên nêvdewletî ve meşq bi wan bihê kirin.

Li ser meşq û rahînan û amadekirin a hêz a Pêşmerge, Stîv Warin ne veşart jî ku ev Pêşmerge yên hanê hatine amadekirin bo Opirasyûn ên daqhtî ji wan jî Opirasyûn a rizgarkirin a bajar ê Mûsilê.

Di destpêk a şerr ê Daişê ve hevpeymanan ji bilî ku harîkarî ya Pêşmerge dikin  bi dana a çekan û harîkarî ya wan li rûbirûbûn a Daişê,hevdem meşûq û rahînan bi hêz a pêşmerge dikin li ser çek nû û şerr ê tîror ê bi Pêşmergheyan dikin.