Telal Silo:Tenê HSD beşdariyê di rizgarkirina Reqayê de dikin

Biryare Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştevaniya fiokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di demeke nêzîk de dest bi proseya rizgarkirina bajarê Reqayê bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c259092c-d369-4b3a-87f2-8eaadf690ba0/telal%20silo.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo ragehand ku, heta niha operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê ne kirye, da zanîn ku, tenê HSD beşdariyê di wê proseya rizgarkirinê de dikin.

Derbarê piroseya rizgarkirina bajarê Reqayê ku, weke paytexta rêxistina DAIŞê tê naskirin Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo ji K24ê re wiha got: "Heta niha proseya rizgarkirina bajarê Reqayê dest pê nekirye, em çaverêya hêzeke din dikin."

Silo aşkere kir ku, tenê hêza Sûriyê ya demokratîk(HSD) di rizgarkirina bajarê Reqayê de beşderin. Diyar kir ku, ew her dem amadene her cihê ku, çekdarên DAIŞê lê hebin rizgarbikin.

Biryare Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştevaniya fiokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di demeke nêzîk de dest bi proseya rizgarkirina bajarê Reqayê bikin.