Li Qamişlo festîvala buharê dest pê kir

Festîvala buharê çalakiyeke salane ye, ji aliyê rêxistina Ciwanên Sewa û navenda Arîdo tê lidar xistin, tê de çalakiyên çandî û hunerî mîna şano, pêşingeh, dîlanên filiklorî, û sînema têne pêşkêş kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/225e50bd-9b1d-4c1e-bb25-411c730b1bdc/FestivalQamishlo.ism/manifest

K24-Qamişlo

Festîvala buharê li bajarê Qamişlo dest bi çalakiyên xwe dike, tê de gelek çalakiyên çandî û hunerî hene.

Li gor berpirsên festîvalê ew di karê xwede rastî gelek kêşeyan hatin lê tevî wê yekê jî ewê  di hundirê 3ê rojan de çalakiyên xwe pêşkêş bikin.

Çaremîn festîvala buharê li bajarê Qamişlo dest bi çalakiyên xwe dike, tê de çalakiyên çandî, hunerî, û filiklorî yên cor bicor di dirêjahiya 3ê rojan de werin pêşkêş kirin,

Li gor berpirsên festîvalê ew di çapa xwe ya çaremîn de rastî gelek pirsgirêkan bûn, taybet diwarê rewşa ewlehî de, lê tevî wan zehmetiyan ewê di heyama sê rojan de  çalakiyên xwe pêşkêş bikin.

Kom û hunermendên beşdar di festîvalê de, kêfxweşiya xwe diyar dikin û didin zanîn ku, çalakiyên bi vî rengî roleke giring di pêşketina civak û çanda deverê de heye, herwiha tekezkirin ku, rengerengiya kesên beşdar ji hemû netew û olên bajarê Qamişlo yek ji nîşanên pêvkvejiyan û serketina festîvalê ye.

Festîvala buharê çalakiyeke salane ye, ji aliyê rêxistina Ciwanên Sewa û navenda Arîdo tê lidar xistin, tê de çalakiyên çandî û hunerî mîna şano, pêşingeh, dîlanên filiklorî, û sînema têne pêşkêş kirin.