ENKS kiryarên asayişê li Amûde û Koçeran şermezar dike

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) karê Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê girtina xortan li Amûde û devera Koçeran şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Suriyê  (ENKS) karê Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê girtina xortan li Amûde û devera Koçeran şermezar kir.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de, girtina kiryarên Asayişa Rojava ji girtina xortan bo erkê xweparastinê û pişknînkirina malên gundiyan bê rêz û destûr li Amûdê û devera Koçeran şermezar kir. Herwiha ENKSê berpirsiyetiya nav karan bi stûyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hilpesart.

Îro li sere sibê, zêdetirî deh otombêlên leşkerî êrîşî gundên Amûde û devera Koçeran kirin, ku bi dehan xort di bin navê erkê xweparastinê gitin.