Encêla Mêrkil xawzyare bibîne Kurd delîve û ayîndeyek a akincî hebe.

Rawêjkar a Elmanîya bnîgeranî ya xwe derbirî li ser rewş a bakûr a Kurdistanê û got: biryar a helgirtin a parêzbendî ya perlemantaran karvedanek a xirab dê hebe.

K24- Hewlêr

Rawêjkar a Elmanîya nîgeranî ya xwe derbirî li ser  rewş a bakûr a Kurdistanê û got: biryar a helgirtin a parêzbendî ya perlemantaran karvedanek a xirab dê hebe.

Di daîdarekê de li gel rojname ya Faz a Elmanîyayî, Encêla Mêrkil ragehand: xawzyare bibîne ku Kurd jî wek Turkan delîve û ayîndeyek a akincî li Turkîya hebe.

Herweha ragehandîye ku ewli gel Receb Teyîb Erdogan, serok ê Turkîyayê evê mijarê gênge bike.

Mêrkl rexne li herdû alî yên Kurd û Enqereyê girt, bi taybetî li ser neman a danûstandinan û pirose ya aştîyê û di bêje: Pesindkirin a yasa ya helgirtin a parêzbendî ya perlemantaran li Turkîyayê, encam ên xirab dê hebe bi taybetî bo perlemantar ên Kurd.

Dihê çaverêkirin evro Encêla Mêrkil bigehe Istanbûlê û pişikdarîyê di konfirans a nêvdewletî ya taybet bi tengije ya paneberan bike.