Di rizgarkirina Reqayê de 12 hezar şervan beşdar dibin
Berî niha Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo ji K24ê re ragehandibû ku, tenê hêza wan dê beşdariyê di proseya rizgarkirina Reqayê de bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Di proseya rizgarkirina bajarê Reqayê de ku, weke paytexta DAIŞê tê naskirin 12e hezar şervan ji Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) li derdora wî bajarî di amade başiyê de ne û li benda biryara dest pêkirina proseyê ne.
Derbarê hejmara wan şervanan ku, ji Kurd, Ereb û Xirstyanan pêk tê, Endama grûpa "El-Reqa tuzbeh bisemit" Ebo Mihmed El-Reqawî ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re ragehand ku, bi hezaran şervan li derdora Reqayê cihgirtine, lê heta niha biryara dest pêkirina êrîşê nehatiye standin.
Wî çalakvanê rêxistina sivîl da zanîn ku, kêm, zêde hejmara wan şervanan 12e hezar kesin û li navçeya Eyn Îsa cihdigrin.
Ji aliyê xwe ve şirovekarê siyasî û berpirsê berê yê Pêwendiyên Derve li Kantona Cizîrê Idrîs Nasan ji Rojnameya Şerq El-Ewset re tekez kir ku, di ewlewiyatên Hêza Sûriyê ya Demokratîk de rizgarkirina bajarokê Minbic û Cerablusê bû, lê rizgarkirina Reqayê jî giringe.
Berî niha Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo ji K24ê re ragehandibû ku, tenê hêza wan dê beşdariyê di proseya rizgarkirina Reqayê de bike.