Li bakurê Reqayê 22 çekdarên tên kuştin
Di operasyona Hêzên Sûriya Demqratîk (HDS) de li bakurê Reqayê, heya niha 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di operasyona Hêzên Sûriya Demqratîk (HDS) de li bakurê Reqayê, heya niha 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirov ragihand, ku 22 termên çekdarên DAIŞê îro gihiştin nexweşxaneyên bajarê Reqayê, ew jî bi sedema êrîş û lêdanên bê navber ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve li ser bargehên DAIŞê li gundên bakurê Reqayê.
Îro HSDê bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê Girê Spî û Eyn Îsayê ve, dest bi proseya rizgarkirina bakurê Reqayê kir.
Berî çend rojan serkirdeyê Hêzên Teybet ên Amerîkayê Joseph Votel seredana Rojavayê Kurdistanê kiribû û digel çend berpirsên HSDê mijara rizgarkirina Reqayê gotûbêj kiribû.