Li Nisêbînê 11 leşkerên Tirk birîndar dibin
Operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê di nav bajar û çiyayan de berdewam dike. Di şer û pevçûnên îro yên navçeya Nisêbînê de 11 leşker birîndar bûn. Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê ragehandin, ku li Şirnexê jî operasyon ber bi dawî tên.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê di nav bajar û çiyayan de berdewam dike. Di şer û pevçûnên îro yên navçeya Nisêbînê de 11 leşker birîndar bûn. Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê ragehandin, ku li Şirnexê jî operasyon ber bi dawî tên.
Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê, îro li taxa Abdulqadirpaşayê 5, li taxa Yenîşehîrê jî 6 leşkerên Artêşa Tirk di encama şer û pevçûnan de birîndar bûn.
Li aliyê din, li ser rêya Çiyayê Mazî û Mêrdînê 225 kîlo teqamenî ku di rê de hatibû bicihkirin hat dîtin û bi vê ve girêdayî 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê di 14'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin. Ji wê rojê ve şer û pevçûnên dijwar li navçeyê rû didin.
Ji ber pevçûnên dijwar yên navçeya Nisêbînê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, divê navçe ji dûr ve bên bombebarankirin. Di demên dawî de hat îdîakirin ku, navçe 2 car ji hêla hêzên esmanî yên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.
Li Şirnexê jî qedexeya derketina derve roja 13'ê Adarê destpê kir û hêjî berdewam dike. Herwiha li navçe û gundên Şirnexê jî herêmên leşkerî hatine ragehandin û ji ber vê ji navçeyê agahiyên rast nayên girtin. Parêzgariya Şirnexê duh ragehand, ji sedî 93'ê navenda bajêr hatiye paqijkirin û niha tenê li taxa Nû û taxa Bexçelîevler operasyon berdewam dikin.
Li aliyê din, Sererkaniya Tirkiyê, bîlançoya şerê 10 mehan aşkera kir. Hat ragehandin, di operasyonan de heta niha 483 polîs û leşker hatine kuştin û 2 hezar û 870 leşker û polîs jî birîndar bûne. Sererkaniyê îdîa kir ku, di operasyonan de ji 7 hezarê zêdetir endamên PKKê jî hatine bê bandorkirin, ku ev hejmara kuştî, birîndar, binçavkiriyan e.
PKK, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS)'ê, bi awayek fermî wek rêxistina girêdayî xwe qebûl nake. Ji ber vê derbarê şerê bajaran de agahî nade.