Şêx Hesen: Heger bê xwastin emê Cerablus û Minbicê jî rizgar bikin

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Kobanê radigihîne, ku ti cudahî di navbera bajarên Kurd û Ereban de tune ye, ya girîng ew e, ku ji destê DAIŞê bêne kontrolkirin, heger bê xwastin jî ewê Cerablus û Minbicê jî rizgar bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5e786cc1-08df-4f11-856d-ca9f3a52ecdd/reqa-koban.ism/manifest

K24 – Kobanê

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Kobanê radigihîne, ku ti cudahî di navbera bajarên Kurd û Ereban de tune ye, ya girîng ew e, ku ji destê DAIŞê bêne kontrolkirin, heger bê xwastin jî ewê Cerablus û Minbicê jî rizgar bikin.

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ji K24ê re ragihand û got: “Wek çawa Girê Spî, Eyn Îsa, bendava Tişrînê û bajarên din, ti cudahî di navbera Kobanê û bajarên din yên Ereb de tune ye, heger kîjan bajar bê rizgarkirin, ci yê Kurdan be û çi yê Ereban be, em bi yek nêrînê lê dinêrên û dê di bin sîbera Hêza Sûriyeya Demokratîk de be.”

Şêx Hesen diyar kir jî, ku niha operesyona bakurê Reqayê dest pê kiriye. piştî rizgarkirina Reqayê jî, HSD û hêzên hevaheng ligel wê dê wê bajarî wek Girê Spî û Eyn Îsayê birêve bibe.

HSDê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî îro destpêkirina operesyona bakurê Reqayê ragihandin. Herwiha hat ragihandin jî ku şerê îro de 22 çekdarên DAIŞê li bakurê Reqayê de hatin kuştin.