Yekêtî ya Ewrûpayê biryar daye bi çend rêyan Harîkarî ya darayî ya Herêm a Kurdistanê bike.
Di kombûn a duhê ya Yekêtî ya Ewrûpayê li Biroksilê, welat ên endam di Yekêtîyê de biryardan di ayîndeyek a nêzîk de, mîkanîzmekê vebînin bo çawanî ya harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê û Îraqê ji alîyê Darayî ve.
K24- Hewlêr

Li ser evê mijar ê , nwêner ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, Dilawer Xalid, dibêje: pirs a harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê bo car a yekê ye di kombûn a fermî ya wezîr ên derve yên Yekêtî ya Ewrûpayê ve dihê behskirin. Ev dû jî ji di alîyan ve giringe, yekem ev biryar wê digehîne ku pirs a harîkarîkirin a Kurdistanê, kevtîye di ecinde ya sîyasî ya yekêtîyê de. Dûyem di biryarê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, her yek ji Bank a Nêvdewletî û Sindûq a Ddirav a Nêvdewletî qeran didin Îraqê û Herêm a Kurdistanê . ev jî bi wê watayê dihê ku Yekêtî ya Ewrûpa pişûtîvanî ya dan a qeran dike bi Herêm a Kurdistanê ji alî yê van dû rêkxistîyan.