Sefîn Dizeyî: Herêm a Kurdistanê mijûlî pirojeyekê ye bo zelalîyê di firotin a Petrolê de
Gotebêjê hikumet a Herêm a Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, ragehand: Çar kompanîya yên nêvdewletî di berîkanê de ne bo harîkarîkirin a hikumet a Herêm a Kurdistanê li war ê bicîhînan a zelalîyê di firotin a petrolê de.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hikumet a Herêm a Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, ragehand: Çar kompanîya yên nêvdewletî di berîkanê de ne bo harîkarîkirin a hikumet a Herêm a Kurdistanê li war ê bicîhînan a zelalîyê di firotin a petrolê de.
Sefîn dizeyî bi Kuredistan24 ragehand: Çar kompanîya yên nêvdewletî di berîkanê de ne bo harîkarîkirin a hikumetê di war ê zelalîyê di firotin petrolê de.
Gotebêjê hikumetê tekez li ser wê yekê jî kir ku ji wan çaran yek dihê hilbijartin. Sefîn dizeyî li ser hinartin a petrol a Kurdistanê bi rê ya Îranê bo bazar ên cîhanê, got: Danûstandin li gel Îranê li ser hinartin a petrol a Kurdistanê bi rê ya Îranê re hêj di qonax ên destpêkê de ye, herdû alî jî li gel wê yekê ne ku di war ê petrolê de girêbestê encam bidin, lê çi pêngav ên bikirdar bo evê meramê natîye havêjtin.
Ev di demekê de ye, miştûmirek a mezin heye di navber a alî yên sîyasî yên Herêm a Kurdistanê li ser şêwaz a firoştin a petrol a Kurdistanê û çawanî ya xerckirin a dahat a wê petrolê.
Hevdem Herêm a Kurdistan heya niha petrol a xav a xwe bêtir bi rê ya xîç a bûrî yên şandin a petrol a Herêm a Kurdistan- Cîhan Turkîyayê hinarte ya bazar ên cîhanê dike.