Rûsya reşnivîseke destûr bo Sûriyeya Nû amade dike
Reşnivîseke destûrê bo Sûriyê ji aliyê welatê Rûsyayê ve tê pêşkêşkirin, tê de li gorî hin çavdêran nasnameya Sûriyê ya Erebî jê hatiye rakirin, û bi navê Komara Sûriyê destnîşan kiriye, herwiha mafê Kurdan bi desthilateke çandî xweser tê de hatiye. Hin parêzerên Kurd dibînin ku ti rewatiya vê destûrê dê tune be, ji ber divê destûr bi destê gelê Sûriyê were nivîsandin, herwiha mafê gelê Kurd jî ne tenê maf in çandî bin.
K24 – Qamişlo
Reşnivîseke destûrê bo Sûriyê ji aliyê welatê Rûsyayê ve tê pêşkêşkirin, tê de li gorî hin çavdêran nasnameya Sûriyê ya Erebî jê hatiye rakirin, û bi navê Komara Sûriyê destnîşan kiriye, herwiha mafê Kurdan bi desthilateke çandî xweser tê de hatiye.
Hin parêzerên Kurd dibînin ku ti rewatiya vê destûrê dê tune be, ji ber divê destûr bi destê gelê Sûriyê were nivîsandin, herwiha mafê gelê Kurd jî ne tenê maf in çandî bin.
Hin aliyên siyasî yên Kurdî dibînin, ku ev hewldan ji Rûsyayê tenê ji bo dirêjkirina krîza Sûriyê ye, herwiha ev destûr yek ji xalên lihevkirina di navbera Rûsya û Amerîka de ye. Serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) didin zanîn, ku destûreke bi vî awayî ku berjewendiyên gelê Kurd tê de tune ye, dê nûnertiya wan neke.
Li gorî rêkeftina di navbera Rûsya û Amerîka de, tê çaverêkirin ku di destpêka meha Tebaxa bê de dest bi çarçoveya veguhestina siyasî bibe, ku erêkirina li ser reşnivîsa destûrê jî yek ji xalên wê yên sereke ne.
Ev reşnivîs tevî ku hin guhertin tê de hatine destnîşan kirin, lê parêzerên pispor û hin aliyên siyasî dibînin ku ti guhertinên bingehîn tê de nehatine kirin, mîna sîstema serokatiyê û çespandina mafê gelê Kurd, herwiha didin zanîn ku ev reşnivîs çapeke nû ye ji destûra sala 2012an re.