Hemê:PYDê di ber revandina Yunis Asad ve berpirsyar e

Hemê da zanîn ku, ti hêzeka din ji bilî Asayîşa Amûdê nîne, lewma PYD û hêzên bi ser wê ve berpirsyarin.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hemê ragehand ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di ber revandin û êşkencekirina Serokê Xwecihiya bajarê Amûdê Yunis Esad berpirsyare.

Şeva borî Serokê Xwecihiya bajarê Amûdê Yunis Esad ji aliyê kesên nenas ve hate revandin, piştî ew kes wî direvînin êşkence dikin.

Derbarê revandina wî Endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hemê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi revandin û êşkencekirina wî tometbar dike.

Hemê da zanîn ku, ti hêzeka din ji bilî Asayîşa Amûdê nîne, lewma PYD û hêzên bi ser wê ve berpirsyarin.