HDP: Em dê li hemû bajaran mitingên xwe li dar bixin

Bîlgen da zanîn ku, ew biryarê qedexekirina mitîngan nas nakin û diyar kir ku, Edene di serî de, ew ên li gorî bernameyên xwe yên heyî hemû mitingên xwe li dar bixin.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê qedexekirina mitîngên HDPê de ragehand ku, HDPê biryarên Waliyan yê qedexekirinê nas nake û dê li hemû bajaran mitingên xwe li dar bixin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li Naveda Giştî ya HDPê daxuyaniyek belav kir tê de nerazîbûna xwe derbarê qedexekirina mitingan ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da û wiha got: ". Bi hinceta ewlehiyê mitîngên me qedexe dikin.Beriya Hilbijartinên 7ê Hezîranê li Mêrsîn, Edene û Diyarbekirê li hemberî avahiyên partiya me û mitingên me êrîş pêk hatin û êrîşê li ser partiya me piştî hilbijartinan jî berdewam kir. Ew kesên wê demê bergirî li dijî êrîşan negirt û piştî êrîşan jî tiştek nekirin. Îro mitîngên me qedexe dikin. Ew feraseta êrîşî avahiyên partiya me û mitingên me dikin û ev feraseta mitîngên me qedexe dikin yek e."

Bîlgen da zanîn ku, ew biryarê qedexekirina mitîngan nas nakin û diyar kir ku, Edene di serî de, ew ên li gorî bernameyên xwe yên heyî hemû mitingên xwe li dar bixin.