Putîn plana şer dijî welatên Ewropayê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê tekez kir ku ew deverên ku li rojhilatê Ukraynayê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine kontrolkirin, li gorî dîtina wî welatî wekî axa dîrokî ya Rûsyayê têne hejmartin, tekez jî kir ku Rûsyayê ti planeke şerî li dijî Ewropayê nedaniye.
Li gorî nûçeyeke ajansa "Reuters"ê ya nûçeyan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandiye ku deverên rojhilatê Ukraynayê axa dîrokî ya Rûsyayê ne. Ev daxuyanî nîşana wê yekê ne ku Mosko li ser helwesta xwe ya borî li beranberî wan deverên Ukraynayê yên ku di bin desthilata hêzên wê de ne berdewam e.
Serokê Rûsyayê herwesa nûçeya amadekariyên welatê xwe bo her şerekî li dijî welatên Ewropayê red kir û tekez kir ku ti planeke Moskoyê bo rûbirûbûna leşkerî ligel wan welatan nîne.
Di derheqa bizavên dîplomatîk de jî, Putin ron kir ku danûstandinên sêalî yên çaverêkirî di navbera Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê de pirsa garantîkirina ewlehiya Rûsya û Ukraynayê nîqaş dikin.
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Serokê Rûsyayê bi prensîbî razî bûye ku danûstandinên sêalî bi merema bidawîanîna şerê Ukraynayê dest pê bikin. Ev biryar piştî wan danûstandinan tê yên ku li Çarşema borî li San Pêtêrsbûrgê ligel Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff kiribûn.