Li 9 taxên navçeya Licê qedexeya derketina derve hate ragehandin
Ji ber sirûştiya navçeya Licê ya çiyayî goman li cem Artêşa Tirkiyê heye ku, endamên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) û Yekîneyên Parastina Sivîlan tê de hebin, ji ber vê yekê qedexeya derketina derve lê hatiye ragehandin.
K24-Navenda Nûçeyan
li navçeya Licê ser bi bajarê Diyarbekrê yê Bakurê Kurdistanê li 9 taxan qedexeya hatinûçûnê lê hatin ragehandin.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Amedê ragehand ku,îro, danê sibehê saet 10 û nîvê li navçeya Licê ya bajarê Diyarbekrê li 9 taxan qedexeya hatinûçûnê lê hatin ragehandin, da zanîn ku, Artêşa Tirkiyê jî xwe ji bo destpê kirina operasyonekî li dijî endamên PKKê û YPS amade dike.